Cîgirê Seroka Koma Parlemanê ya DEM Partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît îro di preskonferanseke de got ku divê ev qanûn ne wekî encama herî dawî, lê wekî gava destpêkê ya pêvajoyeke berfirehtir were nirxandin.
Koçyîgît destnîşan kir ku divê Parleman di pêvajoya bicîhanîna qanûnê de berpirsîyarîyê bigire ser xwe.
“Divê Parleman jî di pêvajoya bicîhanîna qanûnê de berpirsîyarîyê bigire ser xwe. Divê di bin banê Parlemanê de Lîjneyek Çavdêrî û Şopandina Aştîyê were damezrandin, ku nûnertîya hemû partîyên siyasî tê de hebe,” wê got.
Li gor ragihandina Koçyîgît ev “lîjneya ku were damezrandin divê ev piralî be û pêvajoyê bişopîne, pirsgirêkan demûdest pênase bike û dîyalogê hêsan dike.”
Li bendê ye ku hikûmeta Tirkîyê piştî şêwrên bi karbidestên hikûmetê, rêvebirîya Parlemanê û Şandeya Îmralîyê ya DEM Partîyê re, qanûna çarçoveyî pêşkêşî Parleman bike
Şandeyê di van rojên dawî de bi damezrênerê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan û herwiha bi karbidestên payebilind yên AK Partîya desthilatdar re hevdîtin kir.
Koçyîgît got ku di vê hefteyê de li ser amadekirina qanûnê wê hevdîtinên dîplomatîk û siyasî bidomin. Lê, wê destnîşan kir ku hêj jibo pêşkêşkirina pêşnivîsa qanûnê hîn demekî zelal nehatiye dîyar kirin.
Tê çaverêkirin ku qanûn rewşa qanûnî ya endamên PKK’ê yên çekên xwe berdin, mercên vegera wan a Tirkîyê û tevlîbûna wan ya jiyana sivîl pênase bike.
Li gor Koçyîgît, qanûn divê derxistina çekan ji pêvajoyê, vegera bo Tirkîyeyê û tevlîbûna siyaseta demokratîk di bin ewlekariya qanûnî de bigire.
Koçyîgît herwiha got ku divê ev qanûna çarçoveyî bibe “qanûneke bingehîn” û ji bo reformên siberojê bingehê pêk bîne.
Wê qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûna ceza ya Tirkîyê û qanûna înfazê wekî qadên ku pêdivî bi guhertînên bingehîn hene bi nav kir.
Her çend hikûmetê pîşnivîsek fermî heya niha neweşandibe jî, karbidestên hikûmetê dibêje ku ev qanûn wê qanûnek demkî û taybet be û herwîha wê girêdayê piştrastkirina bêçekbûna PKK’ê yê bibe.
Koçyîgît îro anî ziman ku g ku divê qanûn di navbera kesên ku dixwazin beşdarî pêvajoya aştiyê bibin de, cudahîyên kategorîk çêneke û jibo wan rêyên qanûnî yên berfireh veke.
Li gor ragihandinên nepiştrastkirî yên ji Enqerê, pêşnivîsa qanûnê wê ji 15 xalan pêk were û di di 3’ê Tebaxê de were pêşkêşkirinê Parlamentoyê.
Hikûmetê heta niha bersîveke eşkere nedaye pêşnîyara DEM Partîyê ya jibo avakirina Desteya Şopandin û Çavdêrîya Aştîyê.
Lê, berdevik û cigîrê serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro di preskonferansekê de dîyar kir ku pêşnivîsa "qanûna çarçoveyî" wê berîya ku parleman were girtin were pêşkeşkirin û were pejirandin.
"Ya girîng ew e ku lêkolînek bi qalîte û bi baldarî were kirin. Nêta me ya bingehîn ew e ku em hewl bidin da ku berîya parlemanê rêzdar were girtin, ewê (qanûna çarçoveyî) were derxistin."