DEM Partî: Li 31 Navendan 46,901 Hilbijêrên Veguhestî Deng Dane

Berdevikê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan got ku li bajarên Kurdan bi hezaran hilbijêrên veguhestî, anku hilbijerên ku timara wna li cîhên din in, deng dane.

Dogan dîyar kir ku li gor agahîyên wan yên pêşî li 31 navendan 46,901 dengderên veguhestî çûne ser sindoqan.

‘’Bi hilbijêrên veguhestî dest datînin ser îradeya gel. Bi aweyekî eşkere li sindoqan derbe çêdibe.’’

Wê bang li partîyên din yên muxalefetê kir ku ser hilbijêrên veguhestî dengên xwe bilind bikin.

Li gor ragihandina Dogan, li Agirî 4,168 li Îdirê 4,482, li Qersê 3,842 hilbijêrên veguhestî deng dane.

Dogan dîyar kir ku ewê peyvajoyê bişopînin û ewê rê nedin ku li cîhên ku ew bi ser dikevin bi hîle û sextekarîyan partîyên din bi ser kevin.

Dîmenên li ser medya civakî nîşan didin ku li herêma Kurdan karbidestên DEM Partî li navendên dengdanê ser hilbijêrên ku têne îdia kirin veguhestî ne bertekan nîşan didin.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ser bertekên DEM Partî hîn ti daxuyanî nedaye.