DEM Partî Banga Azadkirina Girtîyên Sîyasî Kir

Navenda Gîştî ya DEM Partî, Enqere

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê banga berdana girtîyên sîyasî kir.

Banga DEM Partîyê li vê demê rast tê ku girtina hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dikeve sala 10an.

Cîgirê Serokê Koma DEM Partîyê Sezaî Temellî dîyar kir ku bi wan girtinan ku 4ê Mijdara 2016an destpê kirin li Tirkîyê pergala dad û darizandinê hilweşîyaye û ew rewş li tevahîya welêt hatiye hîskirin.

Temellî got ku binpêkirina hiqûqê, Tirkîyê bi nebûna dadmendîyê re rûbirû hiştiye û bang li rayedaran kir ku dawî li vê rewşê bînin.

Sezai Temelli


Wî bi biryarên ser Demîrtaş û Yuksekdag bi bîr xist ku dadgeh guh nadin rêbazên yasayê, qanûna bingehîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa.

Temellî dîyar kir ku heta li Tirkîyê girtîyên sîyasî hebin ew nikarin behsa sîyaseta azad bikin.

Cîgira Serokê Koma DEM Partî

DEM Parti , Cîgira Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît

jî di axaftina xwe de sîstema darizandinê û sîyaseta hikûmetê rexne kir.

Koçyîgît dîyar kir ku li Tirkîyê kesên difikirin, dinivîsin û dipeyîvin dikevin girtîgehê, lê li alîyê din tiştên zirarê didin aborîya welêt, bingeha civakî û pergala hiqûqê didomin.

Wê got ku ew vê helwestê qebûl nakin û ewê têkoşana xwe bidomînin.

Înstîyatîfa Dayikên Aştîyê jî vê hefteyê li Enqerê bo berdana girtîyên sîyasî çalakî li dar xistibûn. Wan dayikan gotibûn ku jibo li Tirkîyê prosesa aştîyê bimeşe divê girtîyên sîyasî werin berdan.