Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û şandeke partîyê îro Sêşemê gihîştin Rojava, li vê dema ku Kurd li wir rastî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûrî tên.
Li gor ragihandinekê ku li ser malpera DEM Partî belav bû, şand ligel Hevserokên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso civîyan.
Mijara danûstandinan li ser pêşveçûnên vê dawîyê û êrîşên berdewam yên dijî Kurdên Rojava bû.
Biryar e şanda DEM Partî, ku bi rîya derîyê Sêmalka re derbasî Rojava bûye, roja Pêncşemê civînên xwe ligel nûnerên partîyên din yên Rojava bidomînin.