DEM Partî: Derengketina Avêtina Gavan Zirarê Dide Pêvajoya Aştiyê

Ayşegul Dogan, Berdevka DEM Partî

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan, DEM Partî roja Pencşemê 22ê Cotmehê bang li hikûmetê kir, da ku ew jibo pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk demûdest gavên cidî biavêje.

Ayşegul Dogan ya ku berdevka DEM Partîyê ye îro li navenda giştî ya partîya xwe têkildarî pêşketinên rojevê l daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivand.

Dogan destnîşan kir ku “di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de armanca wan pêkanîna demokrasîyê ye”

Lê, wê hişyarî da hikûmetê ku heke gavên cidî neyên avêtin û pêvajo bê dirêjkirin, ev yek dê zirarê bide pêvajoya aştiyê û bawerîya civakê bi wê kêm bike.

Dogan, ser daxuyaniyên rêveberîya PKK'ê yên derbarê vekişînê de, got ku divê di bersîvê de deriyên Îmraliyê ji bo hevdîtinan bên vekirin.

Wê dîyar kir ku divê heta niha derîyên Girava Îmralîyê - damezranerê PKK’ê yê girtî Ocalan li wir e-jibo hevdîtinan hatibûna vekirin û şertên Ocalan hatibûna başkirin.

Dogan, herwiha nîgeranîya partîya xwe anî ziman û pirsî ka aliyekî nedîyar pêvajoyê asteng dike û hişyarî da ku neavêtina gavan zirarê dide pêvajoya aştiyê.

“ Şertên birêz Ocalan dê kengî bên başkirin dipirsin? Desteya Aştî û Siyasetê dê kengî dest bi xebatan bike. Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de ye û wê asteng dike?,” Dogan got.

Li gor Dogan, ji bo aştiyeke mayînde hem gavên şcidî û hem jî garantiyên hiqûqî pêwîst in.

Berdevka DEM Partîyê astengkirina berdana girtîyên siyasî û berdewamîya binpêkirinên mafan di girtîgehan de rexne kir.

Wê, ser danayên Komeleya Hiqûqnasên Azadîyê (OHD), got ku di sê mehan de berdana 90 girtiyan hatiye astengkirin. Dogan bang li Wezîrê Dadê kir ku dawî li van astengkirinan bîne.

Wê zextên li ser medyayê jî rexne kir û ser azadîya rojnamevanî û azadîya derbirînê piştgirîya DEM Partîyê dîyar kir.