DEM Partî Dê di 6’ê Îlonê de Kongreya Xwe ya Giştî Dar Bixe

Kom civîneke DEM Partîyê li Enqerê (Arşîv)

Berdevika Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Pêncşemê ragihand ku wê Kongreya Giştî ya partîyê di 6’ê Îlona 2026’an de li Enqerê were lidarxistin, ku berê jibo 20’ê Îlonê hatibû plankirin.

Ayşegul Dogan anî ziman ku Kongreya 6’ê Îlonê wê bibe “Kongreya amadekarî û nûavakirinê.”

Wê destnîşan kir ku DEM Partî dixwaze bi kongreya 6’ê Îlonê pêvajoya jinûve avakirina Partîyê bide destpê kirin.

Li gor Dogan, di çarçoveya amadekarîyên Kongreyê de, ewê li bajarên cuda civînên bi gel re li dar bixînin. Wê got ku partî girîngîyeke taybet dide tevlîbûna jin û ciwanan û jibo pêvajo bi serkeftî temam be, wê bi beşên cuda yên civakê re jî civînan pêk bînin.

Berdevka DEM Partîyê ev daxuyanî di preskonferansekê îro de ragihand, piştî civîana Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK), ya ku do roja Çarşêmê hat darxistin.

Di wê civînê de Qanûna Çarçoveyî, ku bi 467 dengan li parlementoya Tirkîyê di 10’ê Tebaxê de hat erêkirin, hate nirxandin.

Wê got ku ev cara yekê ye ku DEM Partî qanûnekê li parlemana Tirkîyê îmza dike û ev gava qanûnî jibo pirsgirêka Kurd derbazbûna qonaxeke hiqûqî nîşan dide.