Bakirhan Helwesta Yenî Partîyê Rexne Dike

Tuncer Bakirhan, hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî )

Serokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ew bang li Yenî Partîyê dikin ku ligel aştîyê bisekine.

Yenî Partîyê, ku li parlemana Tirkîyê opozîsyona serekî ye, vê hefteyê ragihand ku jiber ku desthilata Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) gavên demokratîkbûnê navêje ewê beşdarîyê li Komîsyona Şopandinê ya pêvajoya aştîyê neke.

Bakirhan li Mêrsînê di preskonferansekê de dîyar kir ku pêvajoya aştîyê ne mijar û meseleya partî û kesayetan e û got gerek Yenî Partî bo çareserîyan li ser kiryar û pratîkên xwe yên berê be.

"Em dibêjin divê ti kes ji zemîna aştîyê, ji têkoşana bo aştîyê dûr nekeve. Opozisyona rast û xurt ne muxalefeteke wisa ye ku ji aştîyê direve, opozîsyoneke wisa ye ku ber bi aştîyê direve," Bakirhan got.

Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel dibêje jiber ku desthilata Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ser demokratîkbûnê gavên hewce neavêje wan biryareke wisa daye.

Ozel dîyar kir ku AKP û serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan bo prosesa nû ya li Tirkîyê li ser soza xwe nesekenîne.

Erdogan do Pêncşemê ji X’ê got pêvajoya Tirkîyeya Bêteror projeyeka stratejîk a dewletê ye.

Wî dîyar ku kesên piştgirîyê didin pêvajoyê wê navên xwe li dîrokê binivîsin, lê kesên bendan datînin pêşîyê wê di wîjdana milet de bibin mehkûm.

Danûstandinên ser pêvajoya nû ji 2024’an vir ve didomin. Serokê Parlemanê Numan Kurtulmuş vê hefteyê piştî serdana partîyan qedand, got di pêvajoyê de ya pir çûye, yan hindik maye.