DEM û Yenî Partî Ji Hikûmetê Derbarê Pêvajoya Aştiyê Gavên Cidî Dixwazin

Hevserokên DEM Partîyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari bi Ozgur Ozel re, serokê Yenî Partî, 19îê Cotmeha 2026'an.

Hevserokên DEM Partîyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari îro Duşemê li Enqerê bi Ozgur Ozel re, serokê Yenî Partî yê opozîsyona sereke civyan.

Di preskonferansa hevpar a piştî hevdîtina girtî de, Bakirhan û Ozel li ser naveroka civînê axivîn û wan ji hikûmetê daxwaza cibicîhkirina qanûna çarçoveyî û avêtina gavên demokratîk kirin.

Bakirhan ragihand ku wan di civîna nêzî 2.5 demjimêran de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rewşa aborî û tedbîrên dijî krîzên li Tirkîyê gotûbêj kirine.

Wî herwiha got ku, şandeya DEM’ê nêrînên ku di konferanseke li Herêma Kurdistana Îraqê de li ser pêvajoya li Tirkîyê bihîstibûn, bi Ozel û şandeya wî re parve kirin.

Bakirhan qanûna çarçoveyî wek qonaxeke girîng a pêvajoyê pênase kir, lê got ku civak êdî li benda cibîcîhkirinê û rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst e.

“Bihayê qanûnekê tenê di bicihanînê de tê fêmkirin,” wî got.

Bakirhan bang li Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş kir ku berpirsiyarî bigire û rê li ber gavên pêwîst veke. Wî herwiha daxwaz kir ku desteya şopandinê ya Meclîsê, ku hêj nehatiye avakirin, demûdest were damezrandin û divê hemû partiyên di Meclîsê de di vê desteyê de cih bigrên.

Wî got ku aştî divê di navbera desthilatdarî û opozîsyonê de nebe mijara pêşbazîyan, divê ew hemû berpirsiyarîya hevpar bigirin.

Bakirhan bal kişand ku pêvajo ne tenê Kurdan an DEM Partîyê, lê hemû civaka Tirkîyê eleqedar dike.

Serokê DEM’ê, ji ber helwesta wan a li ser pêvajoyê sipasîya Ozel û rêveberîya Yenî Partîyê kir û got ku tevî zext û dijberîya mezin jî, ew li aliyê rast sekinîn roleke avaker lîstine.

Bakirhan got ku berdewamîya neheqî û bêqanûniyan di dema pêvajoya aştiyê de dibe sedema nerihetîyê.

“Ji aliyekî ve pêvajoyeke aştiyê heye, ji aliyê din ve jî, dema neheqî û bêqanûnî çêdibin, em aciz û xembar dibîn,” wî got.

Wî ji hikûmetê daxwaz kir ku destwerdanên dijî opozîsyonê, şaredarîyên opozîsyonê, medya û azadîya derbirînê werin bi dawî kirin.

Hevserokê DEM Partîyê got ku serketina pêvajoyê û aştiyeke mayînde bi nermbûn û demokratîkbûna hawirdora siyasî ve girêdayî ne.

Ozel jî piştgiriya xwe ya ji bo çekberdanê û bidawîbûna pevçûnan dubare kir. Wî got ku bidawîbûna şer dê ji bo hemû kesên li Tirkîyê sûdmend be û helwesta partîya wî ya li ser pêvajoyê neguherîye.

“Di vê mijarê de, me helwesta xwe ya destpêkê ya "divê mirov li aliyê rast ê dîrokê bisekine" parastiye û em vê helwestê careke din ji nû ve piştrast dikin,” wî got.

Lê wî rexne kir ku tevî sozên hatine dayîn, hikûmet gavên demokratîkbûnê navêje.

Ozel hikûmeta Erdogan bi zexta li ser opozîsyona siyasî û civakî tawanbar kir. Wî herwiha bal kişand ku partîyên opozîsyonê, tevî cudahîyên xwe, divê dîyalogeke rêkûpêk bidomînin.

Bakirhan: Mijara hilbijartinan bikeve rojevê, organên me dê gotûbêj bikin

Di bersiva pirseke li ser helwesta DEM Partîyê derbarê berbijarîya Erdogan jibo cara çaran de, Bakirhan got ku partiya wî niha bi mijarên girîng ên wek pêvajoya aştiyê, krîza aborî û krîza fonan re mijûl e.

Wî got ku ger mijara hilbijartinan bikeve rojevê, wê sazîyên DEM’ê nîqaş bikin û helwesta xwe zelal bikin.

Wî herwiha behsa siyasetvanên girtî, berdewamîya erkdarkirina qayyûm û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa û Dadgeha Destûrî yên ku nayên bicihanîn kir.

Ozel jî herwiha çewisandina ser rojnamevanan, sînordarkirinên medya civakî û destdayîna ser Halk TV rexne kir.

Nakokî li ser çarçoveya pêvajoyê

Ev civîna herdu partîyên opozîsyonê di navbera rexneyên dîjî Mehmet Uçum, şêwirmendê sereke yê Erdogan pêk hat. DEM Partî helwesta wî ya li ser pêvajoya aştiyê, Ozel jî daxuyanîyên wî yên tekildarî hilbijartinan pêşwext rexne dike.

Uçum di niviseke 17’ê Cotmehê de pêvajo wek "pêvajoya derbazbûnê" pênase kir. Wî bidawîkirina hebûn û radestnekirina çekan ya Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK ya wek navenda wê destnîşan kir û got ku reformên demokratîk û destûreke nû divê nebin şertên vê derbazbûnê.

Cîgirê Hevserokê DEM Partîyê Tayip Temel roja Yekşemê Uçum bi tûndî rexne kir û ew tawanbar kir ku ew bawerîya ser pêvajoyê lawaz dike û li pêşîya pêşketina vîyaneke hevpar ya aştiyê dibe asteng.

Ozel jî di preskonferansa îro de daxuyanîyên Uçum yên derbarê dema hilbijartinan de rexne kir.

Wî destnîşna kir ku divê rave bike ku ew pişta xwe bi kîjan parlementeran girê dide û got ku partîya wî yan DEM Partîyê jibo hilbijartinan pêşwext sozeke wiha nedaye.

“Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ji dibêje, "Me civîn an nîqaşek wisa nekiriye." Divê Mehmet Uçum rave bike ku wî soza ku vîyana Parlamenê îsbat dike ji kê wergirtiye û ku dibêje, "Ev dîrok hatiye dîyar kirin," wî got.

DEM Partî di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de hevdîtinan didomîne. Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê Pervin Buldan û Mithat Sancar berê bi Cîgirê Erdogan Cevdet Yılmaz, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, karbidestên AK Partîyê û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiyabûn. Îro jî cara yekê di asta hevserokan de serdana Yeni Partîyê hat kirin.