Demîrtaş Bang li Ciwanan Dike ku di Hilbijartinan de Herin Ser Sindoqan

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê bang li ciwanan kir ku di hilbijartinan de herin ser sindoqan.

Demîrtaş got ku jiber ku mifte di destê ciwanan de ye ew dikarin encama hilbijartinan dîyar bikin.

‘’Eger tu dibêjî ‘Ev jîyan wisa nameşe’ here ser sindoqan, kesên naçin sindoqan îqan bike û qedera xwe biguherîne’’ Demîrtaş nivîsî.

Wî dîyar kir ku tevî ku ew bi salan e zindanî ye ew kêşeyên ciwanan dizane.

Demîrtaş got ku ew bo çareserîyan têkoşîn û xebatên xwe didomîne.

Hevserokê berê yê HDP’ê Demîrtaş ji dawîya 2016’an vir ve zindanî ye û bi rêka parezerên xwe medyaya civakî bi kar tîne.

Jêder: Twitter