Demîrtaş: Pêvajoya li Tirkîyê Pêdivî bi Hevkarî, Biryardarî û Gavên Cidî ye

Selahattin Demirtaş

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatttîn Demîrtaşê, ku Îro Çarşemê, 4'ê Mijdarê, dibe 10 sal di girtîgehê de ye, li ser pêvajoya li Tirkîyê nivîsek weşand.

Di nivîsa xwe de, ku li ser malpera Komeleya Lêkolînên Aştîyê ya QAD'ê hat weşandin, Demîrtaş got ku çareserîya pevçûnan û pêvajoya çekdanînê di her qonaxê da dijwar e, lê ya girîng hevkarî ye.

Demîrtaş dîyar kir ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji mêj ve bi awayekî zelal dîtiye ku dema têkoşîna bi çekan derbas bûye û bal kişand ser wê yekê ku Ocalan bang li dewleta Tirkîyê û rêxistinê dike ku xwe biguherînin.

Demîrtaş got, "Divê herkes di asta herî bilind da ser vê mijarê baldar be, ev yek ji bo sîyaset, exlaq û wîjdanê hewce ye."

Wî dîyar kir ku jibo pêvajoya danûstandinan bimeşe divê statu, şert û derfetên Ocalan werin zelalkirin.

Demîrtaş herwiha got ku jibo zelalkirinê di serî da Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) divê tevahîya opozisyonê bi zimanekî avaker tevbigere.

Parlamenterê DEM Partî yê Riha Mîthat Sancar 1'ê Mijdarê ragihandibû ku Ocalan ji Girtîgeha Îmralîyê hatiye veguhestin bo cîhekî nû.

Sancar gotibû ku jibo pêvajoya danûstanina pêşve here divê rola Ocalan ya bo kordînasyonê were zelalkirin.

Parlamantera Wanê Pervîn Buldan jî gotibû ku wateya cîhê nû yê Ocalan ne guherandina statuya wî ye û dîyar kiribû ku di danûstaninan da xitimînek çêbûye.

DEM Partî dixwaze ku Ocalan bibe kordînatorê Komîsyona Çekdanîn û Sîyasîbûnê û dîyar dike ku divê tîmeke wî ya kar hebe.

Jêderên hikûmeta Tirkîyê piştrast dikin ku cîhê Ocalan hatîye guhartin, lê ser guherandina statuya wî heta niha ti daxuyanîyên fermî nehatine dayîn.