Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku berbijarîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bo serokomarîya dijî qanûnê ye û ne rêwa ye.
Demîrtaş dîyar kir ku dîplomaya Erdogan tune û ew nikare bo cara sêyan bibe serokomar.
‘’Ezê dijî berbijarîya Erdogan ji YSK’ê re daxwaznameyeke pêdaçûnê binivîsim.’’ Demîrtaş nivîsî.
Wî dîyar kir ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ku berbijarîya Erdogan bipejirîne ewê rastî neguhere, lê wê lijne bibe şirîkê tawanekê.
Erdogan di rojên borî de bo dema hilbijartinê 14’ê Gulanê destnîşan kiribû, lê wî heta niha bi awayekî fermî berbijarîya xwe ranegihandiye.
Jêder: Twitter