Demîrtaş Rexneyên Xwe yên Dijî Erdogan Didomîne

Sîyasetvanê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro Sêşemê bersîva Serokomarê Tirîyê Recep Tayyîp Erdogan da ku di rojên dawîyê de rexneyên giran li wî dike.

Demîrtaş bi bîr xist ku Erdogan dixwaze wî li zindanê bihêle.

"Soza Erdoganê ku 21 sal in li ser desthilatê ye ew e ku Selo li zindanê bigir. Tu here dolarê bike 5 TL, pîvaz û nan bike 1 TL, goşt 50 TL û enflasyonê daxe % 2; Soz ji te re, ezê xwe li zindanê bigirim."

Demîrtaş do jî bang li ciwanan kiribû ku herin ser sindoqan û bi dengên xwe bersîv bidin desthilata sîyasî.

Sîyasetvanê Kurd di twîteke din de jî piştgirîya xwe ya jibo berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu dubare kiribû û gotibû ku xencî Kiliçdaroglu her 3 berbijar weh hev in.

Hêjayî gotinê ye ku Erdogan di mîtingên dawî de Demîrtaş bi zimanekî tund rexne dike û wî mîna berpirsê bûyerên Kobanê nîşan dide ku bi dehan kes di encama wan xwepêşandanan de jîyanên xwe ji dest dabûn.