Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku di Girtîgeha Edîrne de ye, peyameke bi deng şand.
Demîrtaş dîyar kir ku morala wan xurt e û ew bi nûçeyên ku ji derve tên hîn kêfxweştir dibin.
‘’Gelê me saxlemîya me misoger dike. Bila dilê herkesî rihet be û hewil bide ku tevlî xebatên hilbijartinê bibe’’ Demîrtaş got.
Peyama bi deng ya Whatsappê, ji alîyê Parlamanterê HDP’ê yê Amedê Zîya Pîr ve hat belav kirin.
Demîrtaş ji Mijdara 2016'an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.