Dengdana hilbijartinên Nîvdemî (Midterm) yên Amerîkayê dest pê kiriye û li seranserê welêt bi baldarî tê şopandin ji ber ku partîyên Komarî û Demokrat ji bo kontrola Kongresê di pêşbaziyek xurt de ne.
Hilbijartinên Nîvdemî Çi ne?
Li Amerîkayê, hilbijartinên niştîmanî ji bo civata nûneran a Kongresê her du salan carekê pêk tên, lê hilbijartinên serokatîyê her çar salan carekê têne lidarxistin.
Hilbijartinên ku di nîvê dema serokatîyê de têne lidarxistin bi gelemperî wekî hilbijartinên navîn (Midterm) têne naskirin.
Hilbijartinên federal ên Amerîkayê her carê Sêşema yekem a piştî Duşema yekem a meha Mijdarê di salên cot de têne lidarxistin. Hilbijartinên îsal di 3'ê Mijdarê de ne.
Welatîyên li Amerîkayê dikarin bi sê awayan deng bidin; cureyê hevpar ê asayî dengdana Roja Hilbijartinê ye. Lê belê, du cureyên dengdana pêşwext hene. Yek bi nameyê ye, ku dengdêrê qeydkirî ji komîsyona hilbijartinê ya wîyaletê formeke dengdanê dixwaze, li malê tije dike, bi nameya fermî dişîne. Cureyê din jî ew e ku sindoqên dengdanê demek berîya roja hilbijartinê têne amadekirin da ku dengdêr karibin di hefteyên berî roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan û deng bidin.
Ji bo kîjan kursîyan deng tê dayîm?
Îsal dê hemû 435 kursîyên Civata Nûneran, digel 35 ji 100 kursîyên Senatoyê werin hilbijartin.
Endamên Civata Nûneran ji bo du salan têne hilbijartin, lê endamên Senatoyê ji bo şeş salan.
Ji bilî hilbijartinên niştîmanî, 36 ji 50 wîlayetên Amerîkayê dê îsal hakimên xwe hilbijêrin.
Kî niha Kongresê kontrol dike?
Komarî niha 53 kursîyên Senatoyê û Demokrat 47 kursî hene. Alaska, Georgia, Iowa, Kansas, Maine, Michigan, New Hampshire, North Carolina, Ohio û Teksas di pêşbirka 35 kursîyên Senatoyê de wîlayetên ku herî zêde çav li ser in.
Komarîyan niha di herdu Civatan de piranîyeke biçûk heye, û Demokrat hewl didin ku çar kursîyên din qezenc bikin û kontrolê bigirin destê xwe.
Ji sala 1992'an vir ve, partîya serok di hilbijartinên Nîvdemê de piranî ji dest nedaye.
Çima girîng e ku kîjan partî Kongresê kontrol dike?
Kîjan partî kontrola Kongresê winda bike, ew hevsengîya hêzê li Washingtonê diyar dike û bandorê li rojeva yasadanînê û kontrola komîteyên Kongresê dike.
Eger Komarî di vê hilbijartinê de, di herdu Civatên Nûner û Senatoyê de piranîya dengan bi dest bixin, dê ji bo Serok Donald Trump hêsan be ku rojev û plana xwe ya karê desthilatdarîyê di du salên mayî yên dema xwe de cîbicî bike.
Eger Demokrat di yek an herdu civatên Kongresê de piranîya dengan bi dest bixin, ewê bandorek mezintir li qanûnên welêt, û pejirandina dadwerên berbijarkirî yên ku dê heta dawîya jiyana xwe di wezîfeyê de bimînin, û herweha berbijarkirina gelek post û wezîfeyên din ên fedral.