Hilbijartinên dawî yên nîvdemê (midterm) li Amerîkayê di sala 2022’an de pêk hatin û tê de 112 milyon dengdêran dengên xwe dan. Li gor Komîsyona Alîkarîya Hilbijartinan a Amerîkayê (EAC), sîstema hilbijartinê ya vî welatî pêvajoya dengdanê di bin desthilata rayedarên wîlayetan û herêman de dihêle. Dengder diçin cihên dengdanê ku ji alîyê 8,000 rêveberîyên herêmî ve têne birêvebirin.
Deng çawa tên jimartin?
Li gor daneyên EAC’ê, li piranîya herêman deng bi alavên elektronîk tên jimartin. Ev alav kaxizên dengdanê dixwînin û encaman derdixin.
Di hilbijartina sala 2024’an de, nêzîkî ji sedî 20% herêmên Amerîkayê dengên xwe bi destan jimartin.
Li gelek wîlayetan dengdan bi sê awayan dibe: dengdana pêşwext, dengdana roja hilbijartinê û dengdana bi rêya postê. Rêvebirîya her wîlayetê biryarê dide ka dengên pêşwext an yên bi posteyê dikarin berî girtina sindoqan bên jimartin an na.
Şeva hilbijartinê, ku dê di 3’yê Mijdara 2026’an de pêk bên, gava ku jimartin destpê dike, herêm encamên xwe yên destpêkê belav dikin û ji rayedarên wîlayetê re dişînin.
Demên pejirandina fermi
Piştî jimartina dengan, qonaxeke nû ya bi navê “canvassing” destpê dike. Di vê qonaxê de, rayedar kaxizên dengdanê yek bi yek lêkolîn dikin da ku piştrast bin qanûn û rêbaz bi tevahî hatine cîbicîkirin. Herwiha, ew kontrol dikin ka hejmara hemû dengên hatine jimartin bi hejmara dengderan re li hev dike an na.
Piştî van kontrolên li ser asta herêmî, desteya kontrolê ya wîlayetê, sekreterê wîlayetê an jî rayedarekî din ê fermî erêkirina xwe didin û bi vê yekê encam bi tevahî fermî dibin.
Ev pêvajo li gor wîlayetan diguhere. Temamkirina wê dikare çend rojan an jî çend hefteyan bikişîne. Wekî mînak, li wîlayeta Delaware, biryar e ku pêvajoya pejirandina fermî îsal di 5’ê Mijdarê de, anku du roj piştî roja hilbijartinê bidawî bibe. Li piranîya wîlayetan, ev dema dawî dikeve navbera 20 û 30’yê Mijdarê, lê li New Yorkê ev roj heta 15’ê Kanûnê dirêj dibe.
Dema xebatê ya endamên nû yên Kongresê ku di meha Mijdarê de tên hilbijartin, di 3’yê Çileyê de destpê dike.
Çima li hinek wîlayetan eşkerekirina encamên destpêkê çend rojan dom dikin?
Leza ragihandina encaman bi tevahî bi rêbaza jimartinê û dema destpêkirina karmendan ve girêdayî ye. Eger herêmek neçar be hemû dengan bi destan bihejmêre û tenê piştî girtina sindoqan dest bi kar bike, ev pêvajo dê gelekî demê bikişîne.
Sedemeke din a derengketina encaman, jimartina wan dengên bi posteyê ye ku piştî roja hilbijartinê digihêjin navendê. Li piranîya wîlayetan destûr ji bo vê nayê dayîn. Qanûn dixwaze ku dengên bi posteyê herî dereng di roja hilbijartinê de bigihêjin navendê. Wekî mînak, li Delaware divê ev deng rojek berê bigihîjin.
Lê belê, li 13 wîlayetan, eger deng heta roja hilbijartinê radestî postexaneyê hatibin kirin, dikarin paşê jî bigihîjin û bên jimartin. Li Pennsylvania, ev deng dikarin heta 14 rojan piştî hilbijartinê jî bigihîjin navendên hilbijartinê. Li du wîlayetan jî, Rhode Island û Tennessee, ti dema dawî ji bo gihîştina dengan nîne, tenê şert e ku deng heta roja hilbijartinê gihîştibin postexaneyê.
Herwiha, şansê jimartina dubare ya dengan jî heye. Di hilbijartinên ku tê de pêşbazîyeke nêzîk heye, qanûnên wîlayetan destûrê didin ku deng bi awayekî otomatîk ji nû ve bên jimartin, an jî berbijêr bixwe daxwaza jimartina dubare bikin. Ev pêvajo dikare çend rojan bikişîne, bi taybetî li wan herêman ku divê namzed ji bo destpêkirina vê pêvajoyê belgeyên yasayî amade bikin.
Ewlekarîya hilbijartinan
Rêveberîyên herêmî ji bo berevanîya ewlekarîya dengdanê gelek gavan diavêjin. Wekî mînak, ew makîneyên dengdanê bi înternetê ve girênadin. Herwiha, ew mohrên taybet li ser amûrên dengdanê û sindoqan dixin da ku ti kes nikaribe bi dizî dest bide wan û da ku sexterkarî çê nebin.
Hikûmeta Amerîkayê jî rolekê mezin dilîze. Wezareta Çengê ya Amerîkayê şiyanên xwe yên li hember êrîşên sayber û îstîxbaratî bi kar tîne da ku li dijî gefên ku dixwazin destwerdanê di vê pêvajoyê de bikin raweste. Herwiha, Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkayê (DHS) jî xebatên xwe bi Wezareta Ceng û Sazîya Ewlekarîya Sîber û Binesazîyê (CISA) re bi hev re dixebitîne.
CISA bi rayedarên hilbijartinê yên wîlayetan û herêman re dixebite da ku rahênanê bide wan li ser berevanîya ewlekarîyê. Herwiha, ew piştgirîya teknîkî dide wan, mînak sîstemên komputeran kontrol dike û her xalên qels ên ku dikarin bên bikaranîn eşkere dike.