Rêvebirê pêşbirka Grand Prix Freedom 250, Bud Denker, got ku rêveberîya Trump di derbarê lidarxistina vê bûyerê de roleke girîng heye.
Denker got ku ew ji beşdarbûna serok Donald Trump di pêşbirkê de agahdar e, lê nikare bernameya fermî ya Trump eşkere bike.
Raportan raginad ku dê gelek berpirs û kesên pilebilind ji bo dîtin û beşdarîya IndyCar Freedom 250 amade bibin, ku pêşî dê Serok Trump gera şeref û rûmeta vê bûyera dîrokî pêkbîne, û berpirs û endamên hikûmeta Trump dê beşdar bibin, Wezîrê Veguhastinê Sean Duffy û Wezîrê Navxweyî Doug Burgum jî dê di çalakîyên roja Yekşemê de rolên taybet bigirin.
IndyCar Indy 500 Auto Racing
Ji bo pêşbirka IndyCar, li derdora rêya pêşbazîyê li kolanên Washingtonê ewlekarîya berfireh hatiye danîn.
Dinker got ku ev pêşbirka Washingtonê niha di bernameya sala pêş de de nîne û ji ber vê yekê daxwaz kir ku ajokaran ji her kêlîya bûyerê sûdê werbigirin.
Wî pêşbirka îsal wekî bûyereke bo cara yekê binav kir û got ku ka ew nizane ka ev bûyer li Washington dê bibe bûyereke salane yan na.
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberîya Trump giringîyek zêde daye 250 salîya Serxwebûna Amerîka, çendîn meh in, çalakîyan pirengî, yên werzişî, çandî, hunerî û leşkerî tên encamdan, çalakî nîşan didin ku Amerîka di her warî de yekem e.