Qedrî Dersilavî: AKP'ê Siyaseta Xwe bi Temamî Radestî MHP'ê Kiriye

Wezîrê Derve yê Almanî Sigmar Gabriel wek hewila dawîyê, seredana Tirkîyê kir ku hikûmeta Tirkîyê qayil bike ku rê bide parlemantarên Alman seredana leşkerên xwe li Încîrlîk’ê bikin.

Lê hikûmeta Tirkîyê daxwaza Almanya red kir ku niha Almanya hizra veguhastîna hêzên xwe ji Tirkîyê dike.

Rojnamevan Qedrî Dersilavî dibêje ku alozîyên her du welatan wê bandor li ser têkîlîyên aborî û bazirganîya çekan bike, lê wa heye Tirkîye li ser biryara xwe poşman bibe.

Dersilavî herwusa dibêje ku bondoreke MHP’ê ya xurt bi ser sîyaseta hikûmeta Tirkîyê heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Qedrî Dersilavî