Karwanekî Nû yê Koçberan Ber bi Sînorê Amerîkayê ve Ketîye Rê

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkayê hişyarîyeke tund da karwaneke mezin a koçberan.

Fox News li ser platforma X’ê got ku bi sedan koçber derbasî Meksîkoyê bûne û bi armanca gihîştina sînorê Amerîkayê dimeşin.

Ew karwan di 20’ê Îlonê de ji Hondurasê bi rê ketîye. Di nav wan de koçberên ji çendîn welatên wekî Honduras, Guatemala, El Salvador, Ekvador û Haîtîyê hene.

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ji Fox Newsê re got ku di bin serokatîya Serok Trump û Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî yê Amerîkayê Markwayne Mullin de, sînorê Amerîka û Meksîkoyê ev 16 meh in girtî û parastî ye.