Di Encama Êrîşek Xwekujîyê de Li Îraqê 53 Kes Hatin Kuştin

Di Encama Êrîşek Xwekujîyê de Li Îraqê 53 Kes Hatin Kuştin

Di encama êrîşek xwekujiyê de li başûra Îraqê layê kêm 53 kes hatin kuştin.

Deselatdar dibêjin êrîşa roja Şemê li dijî gropek zîyaretvanên Şîa li nêzîk bajarê Besre çêbû ku têde ji bilî kuştiyan layê kêm 100 kes jî birîndar bûn. Otombêla bombekirî li nêzîk xalek pişkinînê liser rêka berev mezargehek Şîa teqiya.

Ew êrîş wextekê çêbû ku gelek zîyaretvanên Şîa bo beşdarî li rêuresma salane ya çileyê Îmam Husên diçûn ser wî mezarî.

Êrîş li demekê de hat kirin ku destudarên tondên ewlekariyê bi wê hilkefta olî hatibûn li berçav girtin.

Hejî gotinê ye ji demê serbazên Amerîka xwe ji Îraqê vekêşane, kêşe û alozî li navbera Şîa û Sune yên welatî zêde bûne.