Di Erdheja Fîlîpînê de 43 Kes Hatine Kuştin

Di Erdheja Fîlîpînê de 43 Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Fîlîpînî dibêjin, erdhejeke xûrt li navenda Fîlîpînê xist û herî kêm 43 kes kuştin. Karbidest her wiha dibêjin, di encama erdhejê de gelek zîyan çêbûne û elektrîk jî qût bûye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (U.S. Geological Survey) dibêje, erdheja bi pîvana 6.8 derengîya sibeha Duşemê qewimî û navenda wê jî Girava Negros e.

Karbidest radigihînin, 29 kes jiber erdxişînê hatine kuştin û hinekên din jî di encama hilweşîna avahî û xanîyan de jîyanên xwe hinda kirine .

Tê ragihandin, piştî erdhejê gelek kesên din jî hinda ne û lêgerîna wan didome.