Di encama peqîneke hêzdar de avahîya Neteweyên Yekbûyî ya li paytaxta Nîjerya Abuja de, herî kêm 7 kes hatine kuştin.
Karmendên saxlemîyê û dîdevanên li cîyê bûyerê dibêjin, tîmên hawarçûnê demû û dest hatine cîyê peqînê ku kuştî û birîndaran ji bin kavilan derêxin.
Neteweyên Yekbûyî jî piştrast dike ku bombeyek bûye sedema peqîna sibêdeya roja Înîyê.
Li nêzîkî avahîya Neteweyên Yekbûyî jimareke balyozxane hene ku yek jî wan jî balyozxaneya Amerîka ye.
Tê ragihandin, heta niha tu kes berpirsîya êrîşê bi stûya xwe ve negirtîye.