Di Peqînên Îraqê de Dehan Kes Hatine Kuştin

Di Peqînên Îraqê de Dehan Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Îraqî dibêjin, bombeyên li paytaxt Bexda û li başûr, herî kêm 57 kes kuştin û pirtir jî 130 kesên din jî birîndar kirin.

Êrîşa herî kujêr ya Pêncşemê, li bajarê Nasirîyeh ya başûr xist ku bawermendên Şîa xwe re kir armanc û 30 kes kuştin.

Waxtekî zûtir li Bexdayê du bombe li taxa Sadr ya bakur peqîn û li gorî karbidestan, 12 kes kuştin.

Pişt re, li taxeke din ya Şîayan, li Kazimîyehê 15 kes di encama cot peqînan de hatine kuştin.

Tundî û tûjîya îro Pêncşemê, du hefte piştî rêze peqînên li paytaxt Bexdayî diqewimin ku bi kêmî ve 69 kes li seranser paxyaxt hatibûn kuştin.