Di Peqînên Perestgeheke Sufîyan de 7 Kes li Pakîstanê Hatine Kuştin

Daîykeke Pakîstanî jibo 2 zarokên xwe digirî, ku piştî peqînê hinda bûne. Pencşem, Cotmeh, 7, 2010, Qaraçî, Pakîstan (AP Photo/Shakil Adil)

Karbidestekî bilind yê Pakîstanî dibêje, di encama cot peqînên perestgeheke Sufîyan de, bi kêmî ve 7 kes li bajarê Qaraçî yê başûrê Pakîstanê hatine kuştin. Karbidest lêzêde dike ku bi kêmî ve 65 kesên din jî birîndar bûne.

Polîs dibêjin, êrîş êvara Pençemê di perestgeha Abdullah Şah Gazî de qewimî, gava gelek bawermend ya lê kom bibûn.

Dîdevan dibêjin, peqîn di dergehê perestgehê de çêbû.

Wezîrê Hindur yê eyaleta Sindh Zulfîqar Mîrza got, lêvekol di wê bawerîyê de ne ku êrîşvanên xwekuj wan peqînan pêk anîne.

Serokê Pakîstan Asif Alî Zerdarî jî bi daxuyanîeke nivîskî wê êrîşê şermezar kir.