Di Qazayeke li Bakurê Îraqê de 25 kes Mirin

Di Qazayeke li Bakurê Îraqê de 25 kes Mirin

Bi kêmî ve 25 kes li qazaya trafîkê de bakurê Îraqê hatine kuştin, dema otobusek li otomobîlekê qelibî.

Polîsên Îraqî dibêjin, qaza li nêzîkî bajarê Kerkukê qewimî ku 280 km dûrî paytaxt Bexda ye.

Tê ragihandin, otobus bi malbatên ku ji betlanê dihatin ve dagirtî bû.

Karbidestên Îraqî dibêjin, piştî lêdanê agir bi otobusê ket û rêwing li hindurê wê ase man. Di qazayê de, herî kêm 1 kes jî li nav otomobîlê hate kuştin.

Vêkoler dibêjin, otobus ji Bexdayê ber bi herêma Kurdistnê ve diçû.