Di Roja Dayikan de, Dayikên Kurd Reş Girêdan

Di Roja Dayikan de, Dayikên Kurd Reş Girêdan

Di Roja dayikên cîhanî de, dayikên Kurd li Dîyarbekirê bizavekî lidar xistin û dîyar kirin ku li hemberî kuştinan, ew vê rojê pîroz nakin. Di bizavê da dayikan temsîlî cenaze hildan û xwe reş girêdan.

Bi sedan jin, ji bo kuştinan protesto bikin, bi cenazeyê temsîlî, ji taxa Ofîsê heta Parka Koşûyolîyê meşîyan. Di meşê da heyeteke ku ji endamên Partîya Gel ya Komarê (CHP) pêk dihat, xwestin ku ji bo roja dayikan, gul û rihanan bidin xwepêşenderan bikin, lê dayikên ku tevlê meşê bibûn, gulan qebûl nekirin.

Piştî meşê, li Parka Koşûyolîyê dayikên Kurd, daxuynîyek dan çapamenîyê. Di daxuyanîyê da hat gotin ku dayikên Kurd tevî ku şîna zarokên xwe dikin, tevî ku di gorên komî de li hestîyên zarokên xwe digerin, tevî ku li ber derîyên zindanan disekinin, tehamûla wan ji pîrozkirinan re nemaye.

Daxuyanî wiha dewam kir “Tenê di mehekî de meytên 23 ewladên Kurd, teslîmê dayikan kirin. Dayikên Kurd bi pêçandina meytên zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin.”

Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku helwesta AKP ya li hemberê Kurdan, bi rakirina konên çareserîyên demokratîk, bi girtina sîyasetvanan, bi kuştina şervanan û bi vetoya YSK ya ji bo berendamên kurdan, eşkere bûye.

Daxuyanî bi van daxwazan dewam kir:

-Divê di serî de operasyonên sîyasî û leşkerî bên qedandin,

-Divê êrîşên ku binavê KCK li ser sîyasetvanên kurd tê meşandin bi dawî werin

-Divê bila sîyasetvanên Kurd yên girtî werin azad kirin

-Divê benda hilbijartinê ya % 10’î were rakirin û rêya parlamentoyê bila ji nûnerê Kurdan re were vekirin,

-Divê perwerdehîya bi zamanê dayikê were destpê kirin.

Di dawîya daxuyanîyê da hat dîyar kirin ku heta ku van daxwazan bi cîh neyên, heta dengê dayîkên Kurd neyê bihîstin, ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Çend dayikên ku tevlê bizavê bibûn ji bo gohdarên Dengê Amerîka’yê re hizr û hestên xwe wiha parve kirin.

Xatîya Xêrîya ji Dîyarbekirê ye, ê wê jî 3 kurên wê dibin şervanên PKK û her sê jî tên kuştin. Xatîya Xêrîya dibêje ku kurê wê yê biçûk, 14 sal berê di roja dayikan de hatîye kuştin. Xatîya Xêrîya wiha diaxive” Roja dayikan ji bo min rojeka reş e, dema ku ev roj tê ez pir xemgîn dibim. Her 2 kurê min ên dinê jî wenda ne, ez çûm ser gorên komî jî, me tu esehî bi dest nexist.”

Kurê Xatîya Sabîha jî di şerekî da tê kuştin. Xatîka Sabîha dibêje ku ev roj ji bo dayikên Kurdan roja xemgînîyê ye, roja reşbûnê ye. Dayika Kurd wiha dewam dike “Heta ku zarokên me bên, ne ji me re rojên dayikan hene, ne cejn hene, tu tiştek tuneye, bilî zarokên xwe em tiştek naxwazin, em gedê xwe dixwazin, em mezelê wan dixwazin, em hestîyê wan dixwazin. Eger naxwazin dayik bigrîn bila destê xwe dirêj bikin û vî şerê biqedînin.”

Xatîya Mewlûde jî ji bo piştgirîyê bide hatîye bizavê. Xatîya Mewlude wiha dewam dike” edî bes e ku cenaze bi ser me de tên, bes e bila ciwan werin kuştinê. Dayikên reben ji bo kezebên xwe yên şewitandî tên li vir kom dibin.”