Li Îraqê kêmî ve 5 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku xwenîşander daxwaza baştir kirina xizmetên civakî û nehêlana dizî û pere xwarinê dikin.
Polîsên Îraqî dibêjin, kuştin li bajarên Hawica û Basra qewimîn, dema di navbêra xwenîşander û polîsîna de şer û pevçûn derket.
Bi hezaran xwenîşanderên seranser Îraqê pişikdarî li "Roja Nerazîbûnê" kir ku berê de hatibû amade kirin û ji xwepêşandanên li Tûnis, Misir û welatên din yên li Rojhilata Navîn hatibûn îlham girtin.
Ewlekarî li dora Meydana Tahrir ya Bexdayê qayim e ku navenda xwepêşandan e. Li bajêr xedexeya derxistina otomobîl û wesayîtên din jî heye ku xwenîşanderan neçar dike ku bi pêyan werine qada xwenîşandanê.
Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî di gotara xwe ya televîzyonî de, roja Pencşemê bang li Îraqîyan kir ku beştarî li xwepêşandanan nekin. Malikî got, ew xwepêşandan ji alîyê xirabkar û piştevanên Saddam Huseyîn ve hatine rêk xistin û dixwaze tund û tûjîya heyî zêdetir bike.
Li alîyê din hêzên ewlekarîyê Îraqî dibêjin, wan rêberekî mezin yê Dewleta Îslamî ya Îraqê kuştiye ku grubeke ligel El Qayde peywendîdar e û ji gelek êrîşên xwekuj û peqînên din berpis e.
General Qasim El Musawî gote rojnamevanan El Nasir Lidîn Allah Ebu Suleyman di dema operasyoneke leşkerî de roja Pêncşemê hate kuştin.