Rojnamevan Ertaş: Di Doza 44 Rojnamevan de Gelê Kurd Tê Darizandin

Li Tirkîyê rûniştina doza 44 rojnamevanan ku 36 ji wan girtî ne, li Stenbolê hate kirin. Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) Mehmet Alî Ertaş li ser vê dozê dipeyîve.

Birêz Ertaş dibêje, di şexsa 38 hevkarên me yên girtî de, gelê Kurd tê darizandin û ev doz ji cîhanê re nîşan dide ku demokrasîya Tirkîyê di çi rewşê de ye.

Rojnamevan Ertaş rexne li rêxistinên navnetewî û medyaya cîhanî digire ku bi têra xwe piştgirî nadin rojnamevanên Kurd.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_MAE