Çaremîn Pevguhertina Dîlan di Navbera Hemas û Îsraîlê de Pêkhat

Dîlê Franko-Îsraîlî Ofer Kalderon, li Khan Younis, Başûrê Gaza di dema serbest berdanê de 1ê Şibatê, 2025.

Roja Şemîyê, artêşa Îsraîlî du dîlên ku ji alîyê Hemasê ve hatin berdan bi rêya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, wergirtin, wek beşek ji danûstandina çaremîn ya pevguhertina dîlan li gor rêkeftina agirbestê.

Kesên dîl hatine girtin Yarden Bibas, û Ofer Kalderon ku hem hemwelatiya Îsraîlî û hem jî Fransî ye.

Rehîneyê sêyemîn yê ku hat radestkirin navê wî Keith Siegel e ku hem hemwelatiya Îsraîlî û hem jî ya Amerîkî ye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Şemiyê kêfxweşiya xwe ji ber serbestberdana rehîneyê franko-îsraîlî Ofer Kalderon anî ziman û got, "piştî 483 rojên dijwar ku nayê xeyalkirin" dema li Gaza revandî bû serbest hat berdan.

Macron li ser X'ê got ku ew "şadî û dilrehtiya" xwe bi malbat û hevalên Kalderon parve dikim.

Li gorî rapora Yaneya Girtiyên Filistînî, di berdêla vê yekê de, divê Îsraîl 183 girtiyên filistînî berde.

Ji dema agirbesta li Kerta Gazayê ket di warî cibicîkirinê de, Îsraîlê bi sedan girtiyên Filistînî ku gelek ji wan jin û temen biçûk bûn, serbest berdan.

Piştî ku agirbest di 19'ê Çileya Paşîn de hat cibicîkirin, 15 rehîneyên ku di êrîşa Hemasê ya di 7'ê Cotmeha 2023'an de li ser başûrê Îsraîlê hatibûn revandin, hatin berdan.

Di dema êrîşê çekdarên Hemasê de, ku li Amerîka û gelek welatên din di lîsta terorê de ye, 251 kes revandin, ku 79 ji wan hîn li Gaza dîl in û li gorî rayedarên Îsraîlî herî kêm 34 ji wan hatine kuştin.

Jêder: Reuters/AFP