Seroka hilbijartî ya Brazîlê Dilma Rousseff, ku yekem jin e bibe seroka Brazîlê, dibêje ku ew dixwaze têkeliyên bihêz bi Amerîkayê re ava bike.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnama Washington Post, Rouseff got ku pêdiviye Amerîka û Brazîl bi hev re roleka giring li cîhanê bileyîzin.
Seroka hilbijartî Rouseff dibêje, ew dixwaze li “yekem roja serokatî” ya xwe serdana serokê Amerîkî Barack Obama bike.
Dilma Rousseff li roja yekem roja sala 2011, bi fermî dibe seroka Brazîlê.