Australia Lîstikvanê Tenisê Novak Djokovic Der Dike

Djokovic li firoxaneya Melbourne.

Lîstikvanê tenisê yê Serbî Novak Djokovic ji Australiayê tê derkirin piştî ku doza wî ya pêdaçûna jibo ku li wî welatî bimîne biser neket.

Australia vîzaya lîstikvanê navdar yê cîhanî betal kiribû, jiber sedemên saxlemî û qanûnên giştî.

Piştevanên Djokovic bawer dikin ku hikûmeta Australiayê ne bi awayekî dadmendî danûstandin ligel wî kirîye piştî ku hefteya borî gihişt bajarê Melbourne.

Lîstikvanê ku di rêza yekê de ye ser asta cîhanê efûkirineke bijîşkî ji du panelên serbixwe ji alîyê hikûmeta wîleyata Victoria wergirtibû da ku bêyî wergirtina vaksîna COVID-19 derbazî Australiayê bibe. Djokovic meha borî bi nexweşîya vîrûsa koronayê ketibû.

Lê belê, dema ku 5ê vê mehê gihişte firokxaneya Melbourne, vîzaya wî ji alîyê efserên sînorî hate betal kirin. Wan digot ku Djokovic qanûnên welêt yên COVID-19 binpê kirîye.

Ew yekser hatibû şandin bo hoteleke girtinê ya koçberîyê li Melbourne.

Vîzaya Djokovic Duşema borî careke din hate erê kirin, lê bû cara duwem dîsa ji alîyê wezîrê koçberîya Alex Hawke ve roja Înîyê hate betal kirin.

Parêzerên lîstikvanê tenisê digot ku behaneya hikûmetê ne rasteqîn e û bê lojîk e. Lê sê dadwerên dadgeheke federal ne wisa hizir dikir û êdî îro Yekşemê doza pêdaçûnê ya Djokovic red kir.

Serokwezîrê wîleyata Victoria Daniel Andrews got ku pêşbirika tenisê ya bi navê Australia Open bi nebûna Djokovic têk naçe.

“Ev pêşbirkeke mezin e – yek ji çar pêşbirikên mezin e – ji her kesekî bi gelekî mezintir e. Jiber wisa ew helkefta herî mezin di lîstika tenisê de ye ku her sal di çarika pêşî de lidar dikeve,” wî got.

Hêjayî gotinê ye ku Djokovic neh caran pêşbirika Australia Open bidest xistiye.