Amerîka Welatîyekî Îranî-Îraqî bi Piştgirîya Rêxistinên Terorîstî Tawanbar Dike

Wezareta Dadê ya Amerîkayê dibêje ku welatîyekî Îranî yê bi eslê xwe Iraqî bi dayîna piştgirîya darayî ji bo rêxistinên terorîst hatiye tawanbarkirin.

Li gor daxuyanîyeke Wezareta Dadê, kesê bi navê el Saadî di nêzîkî 20 êrîş û hewldanên êrîşan de li Amerîka û Ewrupayê beşdar bûye, di nav de hewlên radîkalîzekirina kesan li welatên cûda.

Wezîrê Dadê yê demkî Todd Blanche got: "Li gor delîlên dadgehê, el Saadî rasterast di operasyonên terorîstî û biryarên êrîşan de li dijî berjewendîyên Amerîka û Îsraîlê li seranserê cîhanê beşdar bûye, û bi kesên din re ji bo plandkirina êrîşên kujer li ser axa Amerîkayê hevkarîyê kiriye."

Dadwerê Federal Jay Clayton got, "Li gor biryarê, Mihemed Baqir Saad Dawud el Saadî alîkarî daye rêxistinên terorîst ên ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin da ku êrîşên serketî li ser sivîlan pêk bînin û hewl daye ku sivîlan li Amerîkayê bike armanc."

Clayton got, "El Saadî îdîa dike ku ew beşek ji Enîya 'Berxwedanê' ye, ku di nav de Artêşa Pasdarên Îranê jî heye; ew jî rêxistineke terorîst a biyanî ya li Îranê ye."

Hêjayî gotinê ye ku Washingtonê berî dora du hefteyan ragihand ku el Saadî piştî girtina wî li derveyî welêt, ji bo Amerîkayê hate veguhastin. Amerîka herwiha dibêje ku el Saadî endamekî payebilind ê koma Ketayib Hizbullaha Îraqê ye.

Wezaretê herwiha Saadî bi handana kuştina Amerîkîyan "ji bo tolhildanê" ji ber kuştina fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û rêberê mîlîşyayî yê Îraqî Ebû Mehdî el Muhendis tawanbar kir. Wezareta Dadê destnîşan kir ku di Tîrmeha 2020'an de wî wêneyeke avahîya Kongresê ya wêrankirî ligel hevoka "Tolhildana me ji bo serokên şehîd berdewam dike" parve kir.

Entifadh Qanbar

Entifadh Qanbar, berdevkê berê yê cîgirê serokwezîrê Îraqê, ji Dengê Amerîka re got: Mihemed Baqir el Saadî ji dayikeke Îraqî û bavekî Îranî ye. Navê bavê wî Ehmed Kazemî ye, ku generalekî di Pasdaren Şoreşê yên Îranê de bû û di sala 2006'an de hate kuştin. Ji ber vê yekê Qasim Silêmanî wî wekî kurekî xwe dihesiband û ew ji bo perwerdehîya karên terorî şand Îranê."

Qanbar herwiha got ku "el Saadî rasterast ji Tehranê fermanan werdigirt û tiştê herî metirsîdar ew e ku el-Saadi paseporteke dîplomatîk ji wezerata derve ya Îraqê wergirtibû."

Qanbar diyar kir ku el Saadî hewl dida ku terorîstan li Amerîkayê bikar bîne û planek ji bo kuştina keça serokê Amerîkî, Ivanka Trump, hebû. Gelek dezgehên ragihandinê yên Amerîkî jî ev agahî belav kirine.