Îsrail Dê Rwestgeheke Trênê li Orşelîmê bi Navê Trump Ava Bike

Donald Trump û Benjamin Netanyahu

Hikûmeta Îsrailê libere Rawestgeheke Trênê li nêzîk dîwarê rojava yê Orşelîm/Qudsê bi navê Donald Trump serokê Amerîka bi nav bike, weke sopasdarî bo ragihandina wî ya Orşelîm weke paytexta Îsrailê, lê dibe ciyê destnîşankirî yê rawestgehê bibe sedema derketina nakokiyan.

Wezîrê Vegûhastina Îsrailê Yisrael Katz roja Çarşemê ragihand ku, wan pilan kirîye rawestgeha Trênê ya ku pilana avakirina wê heye li nêzîkî dîwarê rojava yê navenda Orşelîm/Qudsa kevin be, ango li wê herêmê ya ku Filistînî dixwazin paytexta wan ya paşerojê be.

Yisrael Katz di daxûyaniyekê de gotiye"Min biryar daye ez navê rawestgeha dîwarê rojava bi navê serokê Amerîka Donald Trump danim, jiber biryara wî ya wêrek û dîrokî.

Heta niha pilana nû ya hêla Trênê ya Tel Avîv û Orşelîmê girê dide, tê lêkolîn kirin, berdevka wezareta vegûhastinê dibêje, encam dana pilanê pêwîstî bi razîbûna gelek sazî û aliyên din heye.

Îsraîl weha dibîne ku Orşelîm/Quds paytexta wane, di heman demê de Filistînî Qudsa Rojhilat weke paytexta dewleta xwe ya dahatî hesab dikin ku dê li Kinarê Rojava û Kerta Xeza bidin avakirin.