WASHINGTON — Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê di daxuyanîyekê de got ku ti rola Îsraîlê di derbasbûna Amerîkayê ya şerê dijî rejîma Îranê de nebû.
Wî got, “Îsraîl Ez nekişandim şerê Îranê… Min bi domdarî gotîye, Îran ti carî nikare bibe xwedî çekên navokî.”
Trump got ku biryara wî ji ber bûyerên 7’ê Cotmehê û bawerîya wî ya dirêj a li ser metirsîya Îranê hatiye dayîn. Di heman demê de, wî medya rexne kir û ew bi belavkirina “Nûçeyên sexte” tawanbar kir.
Naveroka peyama serok Trump wehaye: " Îsraîlê qet ez razî nekirim e, ku şerê Îranê bikim, encamên 7ê Cotmehê sedem bûn û derxist ku Îran metirsîdar e, ramana min di hemû jiyanê de ew e ku 'Îran qet nikare bibe xwedî çekên navokî'. Ez bi domdarî li şîrovekarên Nûçeyên Sexte û Rapirsîyan temaşe dikim û dixwînim. 90%ê tiştên ku ew dibêjin derew û çîrokên çêkirî ne, û rapirsî jî sexte ne, mîna ku Hilbijartinên Serokatiyê yên 2020’an sexte bûn. Herwiha weke encamên li Venezuelayê, ku medya hez nake behsa wan mijaran bike, encamên li Îranê jî dê ecêb bin. Û heke rêberên nû yên Îranê jîr bin, Îran dikare pêşerojek mezin û geş hebe"
Daxuyanîya serok Trump di demekê de tê, ku alozîyên herêmî dom dikin û danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de li Pakistanê di astengî û alozîyan re derbas dibin.