Pentagon Dosyayên Tenên Esmanî yên Nenas Belav Dike

Rêveberîya Serok Donald Trump îro Înê dosyayên têkildarî objektên (ten) esmanî yên nenas (UFO) li ser malpera xwe ya fermî belav kirin.

Bi sedan dosyayên ku bi dehan salan veşartî bûn, niha li ser malpera Wezareta Cengê berdest in.

Hinek dosyayên ku hikûmet dibêje diyardeyên heta niha nehatine zanîn, bi wêneyên heyvê yên di dema erkên 1969 û 1972'an de têkildar in.

Esmangerên Amerîkî li ser heyvê çend diyardeyên esmanî dîtine, yek ji wan xuyabûna rêzikên sê xalî li esmanê heyvê ye.

Wezareta Cengê di daxuyanîyekê de got ku belavkirina dosyayan nîşana pabendbûna rêveberîya Trump e ji bo "zelalîya herî zêde bo xelkê da ku di dawîyê de biryarên xwe li ser zanyarîyên di van dosyayan de bidin."