Serokê Îstîxbarata Tirkîyê Wê di Çarçoveya Doza KCKê de Îfade Bide

Serokê Îstîxbarata Tirkîyê Wê di Çarçoveya Doza KCKê de Îfade Bide

Cîgirê Serdozgerê Stenbolê Fikret Seçen ragihand ku, ji alîyê Dozgerê Taybet yê Stenbolê Sadrettin Sarikaya ve, di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de jibo îfade bidin, bang li Rêverbirê Giştî yê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Milî (MIT’)ê Hakan Fîdan, Rêverbirê Giştî yê MIT’ê yê karkenar Emre Taner û Cîgira Rêverbira Giştî ya MIT’ê Afet Guneşê hatîye kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku par dengekî tomarkirî ku ji hevdîtineke taybet pêk dihat, li ser înternetê belav bibû. Hat îdîa kirin ku Hakan Fidan û Afet Guneş li Osloyê li bi wazîfeyeke taybet bi rêvebirên Partîya Karkeranê Kurdîstanê (PKK) re civînek pêk anîye û ev deng jî yê vê civînê ye.

Tê îdîa kirin ku jiber vê hevdîtinê bangî her sê rêvebirên MÎT’ê kirine. Lê, hê jî nayê zanîn ku dozger wekî gumanbar dê îfadeyê wan bigire.

Hate dîyar kirin ku dê pirsa “Di hevdîtinên Osloyê de agahî dane KCK’ê an na?” bê pirsîn.

Her wiha tê îdîa kirin ku dozgerî ji ber îdîayên sedema hin îfadeyên girtîyên ji doza KCKê ku gotine "Me agahîyên hin çalakîyên KCK’ê dane MÎTê" dê serî li îfadeya rêveberên MÎT’ê bide.