Dozgerê ICC Daxwaza Girtina Rêberê Lîbyayî Dike

Rêberê Lîbyayî Muamer Qezafî

Dozgerê Dadgeha Tawankarî yên Navnetewî (ICC) daxwaz ji dadweran kir ku fermana girtina rêberê Lîbyayî Muamer Qezafî, yek ji kurên wî û serokê ajansa îstîxbaratê bidin, jiber tawanên wan yên dijî mirovahîyê.

Dozger Luis Moreno Ocampo roja Duşemê got, wan delîlan kom kirine ku nîşan didin, birêz Qezafî, kurî wî Seyf El Îslam Qezafî û serokê ajansa îstîxbaratê Abdullah El Sanûsî tawanan pêk anîne, bi armanca ku rêberê Lîbyayî desthilata xwe bipareze.

Birêz Ocampo got, ew delîl dîyar dikin ku birêz Qezafî bi xwe ferman daye ku êriş li ser sîvîlan bêne kirin, ji meha Şubatê, anku destpêbûna tepeserkirina serhildayên dijî hikûmetê vir ve.

Li alîyê din, firokên NATO’yê do Duşemê êrîşên nû pêk an'n, li hember taxa Tajoura ya paytaxt Trablusê û li hember bajarê Zawîyayê ku 50 km dûrî paytaxt e.

Tê ragihandin, dengê 3 peqînan li nêzîkî qesra Muamer Qezafî hatine bihîstin ku tê bawer kirin di encama êrîşên esmanî yên NATO’yê de qewimîn.

Bizava ICC di demeke de tê ku Rûsya destbi hewileke nû ya dîplomatîk dike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja Duşemê got, nûnerên hikûmeta birêz Qezafî îro Sêşemê, bo danûstandinan têne Moskowayê. Lavrov lêzêde kir û got, nûnerên serhildayan jî di demeke paştir dê serêdana welatê wî bikin.