Dr. Waadî Silêman: Dadgehkirina Mubarek Destpêka Dadgehkiria Diktatorên Cîhanê ye

Husnî Mubarek roja Çarşembî li pêş dadgehê li Qahîrê amade bû.

Dadgehkirina serokê berê yê Misirî Husnî Mubarek û du kurên wî roja Çarşembî li Qahîre destpê kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Waadî Silêman, serokê Beşê Qanûnê li Zanîngeha Dihokê dibêje, amadebûna Mubarek li pêş dadgehê “destpêkek e jibo dadgehkirina diktatorên seranserê cîhanê bi giştî û dewletêt Erebî bi taybetî.”

Dr. Waadî herwiha got, dadgehkirina serokê berê yê Misirê di beşekê de ji bo razî kirina şeqama Misirî bû.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Waadî Silêman re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilik bike.