Dr. Welîd Şêxo: Alîkarîya Xwarinê ya NY Gaveke Baş e

Penaberên Sûrîyê

Programa Xwarinê ya NY destpê kiriye alîkarîya xwarinê pêşkêşî penaberên Sûrîyê li Urdunê dike. Li gorî jêdereke vê rêxistinê, dê xwarin bigihêje nêzîkî 500 hezar hemwelatîyên Sûrîyê ku ji ber şer li welatê xwe koçberî Urdunê bûne.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Welîd Şêxo, endamê Komîteya têkilîyên derve yê Ençûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje gava NY di cihê xwe de ye, lê pêwîst e hîn alîkarî were kirin ji ber ku gelê Sûrîyê bi giştî pêdivîyê alîkarîyê ye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.