Dr. Zara Salih: Şermezarkirinên Civaka Navneteweyî dijî Sûrîyê Bêkêr in

Civîna Geneva ya Sêşemê

Berpirsa Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, Navi Pillay, di civîna komîsyonê li Genevê de rûniştineke lezgîn li dar xist û careke din gote rewş li Sûrîyê ji 13’ê meha Sibatê de ketîye qonaxeke gelekî metirsîdar. Xanim Pillay banga karekî lezgîn jibo parastina sivîlan li Sûrîyê kir.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Dr. Zara Salih, çalakvan û sîyasetvanê li Londonê dibêje, roj bi roj rêjeya kuştinên rejîma Sûrîyê zêde dibe, ev dihêle ku N.Y. û civaka navneteweyî şermezarkirinên xwe dom bikin. Lê, li gorî Dr. Zara Salih, ev tişt nema kartêkirinê bike.

Dr. Zara Salih her wiha dibêje ku pêwîst e maytekirina leşkerî bibe da ku rijandina xwînê raweste.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka "Guhdarî Kirin"a jorîn klîk bikin.