Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê bi Fermî Karê Xwe Berda

Dr. Yusif Mihemed

Serokê parlemana Herêma Kurdistana Îraqê Dr. Yusif Mihemed îro di preskonferansekê de karvekişîna xwe ragihand.

Mihemed da zanîn ku ew jiber protestkirina karanîna tundî û tûjî li hember xwepêşandanên dijî hikûmetê û balkişandina ser rewşa xirab ya aborî û sîyasî dest ji karê xwe berdaye.

"Ez bi fermî dest ji kar ber didim û ji niha pê ve ezê wek parlemanterekî opozîsyonê karê xwe bidomînim,” Mihemed got.

Wî Hikûmeta Herêma Kurdistanê sucdar kir ku li hember xwepêşanderên tundî bi kar anîye ku dizî û bertîl protesto kirine û bi mehan e mûçeyên xwe wernegirtine.

“Hikûmeta herêmê jibo armancên nerêwa bi cîh bîne û bi awayê neqanûnî Ii ser desthilatê bimîne, tundî û tûjî li ser xwenîşandran bi kar anî. Divê hikûmeta niha dest ji kr berde. Ger ne, xwepêşandanên niha nîşan didin ku rewş dê hîn xirabtir be.”

Di 20’ê mehê de Tevgera Goran û Komala Îslamî, wek nîşana piştgirîya xwepêşandanan, ji hikûmeta di bin seroktîya Nêçîrvan Barzanî de vekişîbûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Serokê Parlemana Kurdistanê Dest ji Kar Berda