Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi got Yekîtîya Ewrupa (YE) divê bang li Rûsya bike ku girjîya bi Ukrayna re kêm bike.
Draghi li parlamana Îtalya da zanîn ku divê rêberên YE, ku dê sibê Pêncşemê li Brukselê bicivin, bi yekdengî piştgirîya bo Ukrayna ragihînin.
Ukrayna dîyar dike ku Rûsya li sînorê wê bi deh hezaran leşkeran bi cîh dike û dibêje Moskow bi piştgirîya serhildayên li rojhilatê welêt rê li ber çêbûna şerekî vedike.
Draghi da zanîn ku divê YE ser rewişa koçberên li sînorê yekîtîyê Belarûsê jî bi awayekî zelal hişyar bike.
Bi hezaran koçber li sînorên li rojhilata YE’ê asê mane ku yekîtî dibêje Belarûsê li Rojhilata Navîn vîza belav kirine û kiriye ku kêşeyeke koçberî çêbe.
Draghi dîyar kir ku nayê qebûl kirin ku koçber bo armancên sîyasî werin karanîn.