MSD'ê Dorpêçkirina Kobanîyê Şermezar Dike

Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) îro Duşemê di daxuyanîyekê de dorpêçkirina bajarê Kobanîyê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta demkî ya Sûrîyê kir ku bi berpirsîyarîyên xwe yên beramber welatîyan rabe.

MSD’ê got,” zêdetirî sê hefteyan e ku bajarê Kobanîyê rastî dorpêçkirineke dijwar û berdewam tê ku bandor li zêdetirî nîv milyon kesî kiriye. Ev dorpêçkirin him rûniştvanên bajêr û him jî malbatên koçber ên ku ji Efrîn, Tebqa, Reqa, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û deverên derdorê derbiderî wir bûne, di nav xwe de digire.”

Daxuyanîya MSD’ê anî ziman ku,”berdewamîya van şert û mercên dijwar, jiyana sivîlan, bi taybetî zarok, nexweş û malbatên hejar, dixe metirsîyeke cidî. Kêmbûneke tund a xwarin, şîrê zarokan û dermanên bingehîn hatiye ragihandin, û sazîyên tenduristîyê bi kêmbûna pêdivîyên bijîşkî û madeyên dermankirinê re rû bi rû mane.”

“MSD’ê dorpêçkirinê wek tawaneke li dijî mirovahîyê û binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navnetewî û hemû peymanên navnetewî yên ku ji bo parastina sivîlan di dema pevçûnên çekdarî de hatine çêkirin, dibîne,” Daxuyanîyê got.

Di daxuyanîyê de hatîye ku “MSD’ê her wiha bang li desthilata demkî ya li Şamê dike ku bi berpirsiyariyên xwe yên serwerî û yasayî li hember welatîyên xwe rabe. Ew daxwaza vekirina demûdest a hemû dergehan dike da ku xwarin, derman, sotemenî û pêdivîyên bingehîn werin derbaskirin, û daxwaza bidawîanîna hemû tedbîrên ku dibin sedema tengkirina dorpêçkirina li ser bajêr, dike.”

MSD’ê di daxuyanîya xwe de daxwazê ji Koalîsyona Navnetewî ya dijî Daişê dike ku “bi destwerdana lezgîn ji bo rakirina dorpêçê û parastina ewlehîyê de bi berpirsîyarîya xwe rabe.”

Wê her wiha bang li “Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navnetewî dike ku di zûtirîn dem de tedbîran bigirin. Ew banga şandina mîsyonên lêpirsînê yên serbixwe, vekirina korîdorên mirovî yên lezgîn û dabeşkirina van binpêkirinan di çarçoveya sûcên ku hewceyê hesabdayîna navneteweyî ne dike.”

Serkirdeyê Partîya Demokrata Kurdî Sûrî Gêlo Îsa jî rewşa nebaş a mirovî li Kobanîyê anî ziman û got ku xelkê bajêr bê pêdivîyên jiyana rojane ne.

Îsa ku li Kobanîyê dimîne ji Dengê Amerîkayê re got,” rayedarên Sûrîyê gotibûn ku ew ê nekevin gundên Kurdan, lê ew niha di wan gundan de ne û ew gund têne talankirin.”

Ji bo wergirtina bersiva alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê li dor vê dorpêçkirinê, Dengê Amerîka hewl da ku peywendîyê bi berpirsên Şamê re bike lê ta amadekirina vê raportê bersiv nebû.