Karbidestên Îraqê dibêjin li du teqînan li bajêrokê Sadr yê piranî Şîe li Bexdaya paytext bi kêmî 15 kes hatin kuştin û 31 kesên din birîndar bûn.
Teqînên roja Pêncşembî qewmîn, rojekê piştî çend êrîşên din ku behra pitir polîs kiribûn armanc û bi kêmî 25 kes li Bexdad kuştin. Piranîya wan êrîşan yên xwekuj bûn li dervey polîsxanekê li naverasta Bexdad û li devera Hurrîya li bakur.
Li teqînên din ku roja Dûşembî li Bexdad hatin kirin bi kêmî 10 kes hatin kuştin.