Tevî Şerê Berdewam, Pêşbirka Hespan li Dubey Pêk Hat

Yek ji pêşbirkên pêşbazîya hespan li Dubey roja Şemîyê dê bibe yekem helkefta werzişê ya navneteweyî li Rojhilata Navîn ji dema ku şer li herêmê berî dora mehekê destpê kiriye.

Ev çalakîya ku 30.5 milyon dolar lê diçe, dê li Stadyûma Meydanê di dema xwe ya ku berê destnîşankirî bû were lidarxistin, tevî ku gelek çalakîyên werzişê li herêmê ji ber şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de hatine paşxistin an jî betalkirin.

Di destpêka vê mehê de, Firokxaneya Navneteweyî ya Dubey ji hêla rêjîma Îranê ve hate bombebarankirin. Ew yek bû sedem ragirtina geştên asmanî û di encamê de gelek bername hatin guhertin.

Tê pêşbînkirin ku zêdetirî 100 hesp di neh pêşbazîyan de beşdarî pêşbirkê bibin. Serketîyê xelata yekem dê 12 milyon dolar werbigire.

Klûba Racing Dubai roja Şemîyê salvegera xwe ya 30'emîn pîroz dike. Ji sala 1996'an ve her sal di Şemîya dawî ya Adarê de tê lidarxistin. Lê sala 2020'an ew neçar ma ku pêşbirkê ji ber pandemîya Korona (COVID-19) betal bike.