Li Duhoka Herêma Kurdistanê Keysên Koronayê Kêm Dibine

Bajarê Duhokê

Rewşa korona li parêzgeha Duhokê beref başiyê ye. Van hefteyên dawiyê li parêzgeha Duhok çakbûyên koronayê pitirin ji tuşbûyan û rêja mirîyan beref kêmbûnê ye.

Li cihên giştî û bazarî hişyarîyek saxlemîyê li cem welatîyan peyda bûye û xwe di parêzin û maskan bi kar tînin.

Li dor vê mijarê dîtinên welatîyan egera bo çi vedgerînin?

Rojnamevan Newzad Hilorî) egerê serekî bo hişyarîya welatîyan li ser rêkên xwe parastinê û neçûna cihên giştî û ne derkeftin ji mal bêy kar vedgerînit.

Mamostayê zanîngeha Duhok Hard Duhokî di bêje, “bi kêmbûna rêja tûşbûyan ne mana wê ew e ev petaye bi dawî bûye an vîrusa koronayê lawaz bûye, belko pêgîriya welatîyan bi rênmayên saxlemî û wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê vedgere.”

Li gor amarên dawî, covid_19 li parêzgeha Duhok di 24 demjimêran da ji layê rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhok, 245 nexweş bi temamî çareser bûn û 144 kes bi covid_19 hatin tomarkirin û 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Metrsî hebû di werzê Zistanê da, rêja tûşbûyan beref zêdebûnê biçe lê li vê dawîyê bi rengek giştî rêja çakbûyan baştir e ji ya tûşbûyan.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Selam Balayî