Li Duhokê Kesekî 37 Salî Tê Kuştin

Evro yekşembê rêkeftî 8-9-2019 li demjimêr 8 spêdê bi demê herêma Kurdistanê, kesek 37 salî di tirimbêla wî da li gelîyê Bêsirê bi guleyan dihête kuştin.

Pêşengê polîsên Duhok Hêmin Silêman li ser vê bûyerê got:

"Çiyayî Moslih Emîn yê 37 salî li nêzîk Zawîte li Bêsirê ji layê kesekîve hatîye koştin. Piştî polîsên Duhok û yên nehêlana tawanan gehiştin cihê bûyerê amadeboyin, perên vekolînê bo hatîne vekirin û biryara girtina bikujan hatîye dan û em di berdewamîn li ser vekolîna vê boyerê."

Ev kesê hatî kuştin li kenalê KTV asmanî wek wênegir kar dikir û bû qurbanî tolvekirineke xêzanî

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng