Nêrînên Gel Ser Rêformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Duhok

Çaksazîyên ekonomî mijareke sereke ye, li ser zarê her kesekî li Herêma Kurdistanê. Gel bi şev û roj di nava fikarên ekonomî de ne, bi taybet çîna hejar û kêm deramet.

Kesê ku jiyana wî li ser meaşê mehane be, divê çaverê be kanî di dema xwe de dikare wî meaşî wergire yan na.

Ji xwe meaşê karmendan yê 4 mehan hêjî nehatine dayîn. Ev krîz zêdetirî salekê ye berdewam e û hêjî hîç çareseriyek jêre ne hatiye dîtin.

Bêhêvîtî li cem piraniya civakê derheqî guherîn û çaksaziyan de peyda bûye û ew dibêjin çend sal in her kes behsa çaksazî û guherînan dike, lê hemî gotin û sozên hikûmetê vala derdikevin.

Hin welatîyên bajarê Duhok li ser reform û çaksaziyên ekonomî li Kurdistanê jibo Dengê Amerîka ramanên xwe anîn ziman, ew rexneyên xwe dirêjî sîstem û şêweyê îdara ekonomî li Herêma Kurdistanê dikin.

Temamiya raporta li ser vê mijarê di fayla deng de guhdarî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta ser Nerînên welatiyan ser sozên çaksaziyên aborî li Herêma Kurdistanê