Li Bajarê Duhokê Korbendeke Geştiyarî Tê Lidarxistin

Li bajarê Duhokê jimareke kompaniyên herêmên Kurdî li Tirkiyê û rêveberî û kompaniyên geştûgûzarî yên Herêma Kurdistana Îraqê, korbendeka geştûgûzarî li dar xist.

Beşdaran di korbendê de girigî da pêwîstiya xurtkirina pêwendiyan di navbera kompaniyên herêmên Kurdî li Tirkiyê û yên Herêma Kurdistanê de.

Zekeriya Ehmed ku xwediyê kompaniyeka bajarê Wanê ye ji Dengê Amerîka re got ku ew dixwazin bala xelkê bikşînin ser bajarê Wanê wek cihekî girîng ê geştiyariyê.

Peyamnêrê Dengê Amerîka Selam Balayî li korbendê amade bû û raporteke amade kir.

Ji bo guhdarîkirina li raportê, fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

selam balay