Rapora 6 Mehan ya Rêveberîya Hatinûçûnê li Duhok

Rêveberîya Polîsên Hatinûçûnê li Parêzgeha Duhok raporta xwe ya 6 mehan derbarê ziyan û qurbaniyên bûyerên trafîkê li parêzgehê weşand.

Li gor raporta rêveberîya trafîka parêzgeha Duhok 427 bûyeran rû daye, di encam de (547) kes bûne qurbanî, di nava qurbaniyan de (45) kesan gîyanê xwe ji dest dane û (502) kesên din jî birîndar bûne.

Efserê rêveberîya Polîsên trafîkê li Duhok Şivan Îhsan sedemên ziyanên giyanî û madî yên rûdanên trafîkê vedigerînin bo lezkirin yan zî lezajûtinê, mey vexwarin û nepêgiryên bi rênimayên tarfîkê û guh nedana rêbazên hatinûçûn û şert û mercên ku rêveberiyê danîne.

Li Duhok hejmarek zêde ya otombîlan heye û cadên heyî têra wan hemû otombîlan nakin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Selam Balayî - Duhok 11 07 2019