Li Duhokê Xwepêşanderên bo Piştgirîya Dêrelokê Hatin Girtin

Hezkirîyên kesên ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê de hatine kuştin

Roja Duşemê jimareke çalakvan, rojnamevan û hemwelatî xwest jibo protestokirina bombarana berdewam ya Tirkîyê û kuştina hemwelatîyên sivîl xwenîşadanekê bikin.

Hêzeke mezin ya ewlehî li cîhê kombûnê amade bûn û nehiştin ku cemawer bicive. Xwepêşandan ji alîyê Asayîş ve hate qedexe kirin û hejmarek ji rêkxerên wê xwenîşadanê hatin girtin.

Bilbil Ebdula yek ji wan kesên ku hatine girtin e û wiha behsa xwepêşandanê dike.

“Em hêşta negihebûne cîhê xirvebûnê, em ji layê Asayîşa Duhokê ve hatin sekinandin û nêzî 50 kes hatine girtin. Bi şev em 6 kes berdan, lê ta nûke gelek ji çalakvan û hevalên din li Asayîşê ne û nehatine berdan.”

Your browser doesn’t support HTML5

SB_01_29_2019_Şeledizê